Çeteyên dewleta Tirk bi dehan dar li Efrîna dagirkirî birîn

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dikin.
Hate diyarkirin ku çeteyan bi dehan darên din li navçeya Şera birîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li gundê Qere Tepe yê navçeya Şera 30 darên zeytûnê û 4 darên gûzê birîn.

Torê diyar kir ku ew dar jî milkên welatiyê koçber Henan Şêxo ne.

Li aliyekî din jî malbatên çeteyan 15 darên zeytûnê yên Şêx Mûsa Nasan ê ji gundê Qestela Kîşik birîn.

Çete piştî birîna van daran wan wekî êzing li bazarên herêmên dagirkirî difroşin.

Her wiha li şûna darên ku tên birîn jî mêtingeh û baregehên çeteyan têne avakirin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha bê navber xwezaya Efrînê tê talankirin û guhertina demokrafîk dewam dike.

Back to top button