Piştgiriya bi operesyona ”Xurtkirina Ewlehiyê” re dewam dike

Piştgiriya gelê herêmê bi operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ re dewam dike.
Şêx, rûspî û eşîrên herêmê bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re ragihandin û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kirin ku li pey fitneyan neçin û li dijî her cure êrişan yek bin.

Ji roja destpêkirina operesyonê û heya niha gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li pişta QSD’ê ne û li dijî fitneyan di nava çalakiyan de ne.

Gel di çalakî û daxuyaniyên xwe de teqez dikin ku ew ê nekevin xefka dijminan û dê heya dawiyê li kêleka hêzên xwe bin û parastina xaka xwe bikin.

”QSD’ê ji bo parastina herêmê dest bi vê operesyonê kir”

Şênî, rûspî û şêxên eşîrên rojhilatê Reqayê daxuyaniyek dan û piştgiriya bi QSD’ê re ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bûyerên li Dêrazorê pêk tên komployeke li dijî pêkhateyên herêmê ye û bi destên qirêj pêk hatin.

QSD’ê jî ji bo ewlehiya herêmê ket nava tevgerê û erkê xwe li hember welatiyan bi cih anî, em li pişta QSD’ê ne.”

Al El Beyt kiryarên derxistina fitneyan bi tundî şermezar kir

Meclisa Weqfa Al El Beyt jî li Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bersivdana QSD’ê ji xwestekên eşîran re hin alî aciz kirin, ji lewra van aliyan hewl dan fitneyan di navbera gelê herêmê de derxînin.

Al El Beyt bang li eşîrên herêmê kir ku li pey fitneyan neçin û destekê bidin hêzên xwe.

Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Hevgirtî bin û nekevin xefka fitneyan

Back to top button