Kurdên li Almanya û Swîsre ji bo azadiya Rêber APO name ji NY re şandin

Kurdên li Almanya û Swîsrayê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan name ji NY re şandin.

Ciwanên Kurd ên li paytexta Almanya Berlînê, ji bo azadiya Rêber APO name ji Sekreteriya Giştî ya NY re şandin.

Her wiha di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” û bi pêşengiya Meclisa Jinan a Rojbîn a Aaraû, Komîna Jinan a Pinar a Solothûrn û Navenda Civaka Kurd a Aaraû yên li Solothûrnê a Swîsreyê, 450 name ji NY hatin şandin.

Di nameyan de, soza dewamkirina van çalakiyan heta bidestxistina azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin dayîn.

Back to top button