Newroz Ehmed: Bihara gelan bi rengê jinan ji nû ve tê sazkirin

Ji peyamên ku bi boneya nêzîkbûna roja 8’ê Adarê derketîn, peyama Newroz Ehmed; Endama fermandariya giştî ya YPJ’ê ye. Newroz dibêje “Ev roj ne tenê rojek e.
Cejna hebûn, zindîbûn û bidestxistina têkoşînê ye. Ev têkoşîn jî a hemû jinan e û bû ya hemû civak û mirovahiyê jî.”

Bi vê boneyê Newroz balê dikişîne ser rola şervanên YPJ a pûçkirina hemû astengiyên ku tên pêş wan weke jin.

Sala 1856, bi hezaran jinên Amerîkî herikîn meydanên New Yorkê û li dijî binpêkirina mafên xwe weke jin derketin, hingê polîsê bi tundî ew ji hev belav kirin.

Paşê jî gelek caran kolanên Amerîkî bi heman armancê teqiyan, lê heta 1977 nû NY xwe bi vê nerazîbûnê hisand û roja 8 Adarê weke Roja Jinan a Cîhanî destnîşan kir.

” 8’ê Adarê ne tenê rojek e. Cejna hebûn, zindîbûn û bidestxistina têkoşînê ye.”

Neworz Ehmed, Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, vê pênaseyê dide roja 8’ê Adarê û bi boneya nêzîkbûna vê rojê û têkoşîna YPJ’ê, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Newroz Ehmed: 8’ê Adarê ne tenê rojek e; cejna hebûn û zindîbûnê ye

Der barê 8’ê Adarê û giringiya vê rojê jî Newroz vê yekê dibêje.

Newroz Ehmed bal kişand ser armanckirina jinên pêşeng û pûçkirina van sûc û hewldanan bi rêya têkoşînê.

Newroz Ehmed: Bi têkoşîn û pêşengiya jinan wê herêmên dagirkirî rizgar bibin

Têkildarî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev nirxandin kir.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed di dawî de bang li her kesa ku dixwaze xebatê bi pêş bixe kir û tekez kir ku deriyê herêmê ji wan re vekirî ne.

https://youtu.be/lCb707xfeu8

Back to top button