KJK’ê berî demekê ragihand ku ew ê ji 3-15′ê Tebaxê ji bo jinên Êzidî û Afgan destbi kampanyayekê bikin.
Hevalbendiya Jinên Herêmên Demokratîk li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn-NADA jî bi daxuyaniyekê pişgitiya xwe ya kampanya KJK’ê re ragihand.
KJK’ê berî demê ji bo jinên Ezidî û Afgan bi diruşma “Li hember êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ kampanyek ragihandin.
Hevalbendiya Jinên Herêmên Demokratîk li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn-NADA ragihand ku ew piştgiriya kampanya KJK’ê dikin.
Heman demê banga naskirina fermî ya qirkirina jinan û hewldanên ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ′ê kir.
NADA hemû kesên di komkujiya li Şengalê û yên li Efganistanê di qirkirinê re derbas bûne bi bîr anî û êrişên hovane yên li dijî jinên Êzidî û Afgan şermezar kir û got:
Em diyar dikin ku em ê li kêleka gelên bindest û jinan bisekinin.
Serbilindiya xwe li hember berxwedana jinên Şengalê û Efganistanê ji bo parastina hebûn, azadî, jiyan û gelê xwe raber dikin, nîşan didin.
Qirkirina jinan sûceke dermirovî ye, lê heta niha nehatiye naskirin.
Bi wê re sûcdar ji cezayê difilitin û hîna li gelek dewletan li ser van êrişên li dijî jinan tên xelatkirin.
Ji lew re divê têkoşîna jinan a hevbeş û aktîf li dijî van siyasetên qirkirinê û qirkirina jinan hebe.
NADA bang li aliyên navnetewî yên têkildar kir ku DAIŞ û Taliban’ê ji ber sucên li di jî jin û civaka Êzidî û Afgan kirine bên darezandin û wiha bi dawî kir:
Em bang dikin ku dewlet û aliyên rola wan yekser û ne yekser di van komkujî û qirkirinên li Şengalê de hene ben ceza bikin.
Em banga naskirina fermî ya qirkirina jinan dikin.
Banga hewldanên rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ′ê dikin.