Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku di meha Tîrmehê de li Tirkiyê 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Tîrmeha 2023’an eşkere kir.
Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 25 jin hatine kuştin û 9 ji wan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya jinan ji aliyê mêrê ku pê re zewîcîbûn, hatine kuştin.
Ji sedî 48’ê jinên ku di vê mehê de hatine kuştin di malên xwe de û sedî 64 jî bi çekan hatine kuştin.



