Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker wê îradeya gel bi serkeve.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyeke nivîsekî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hincetên nerast êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diomîne û ev nirxandin kir:
“Ev êriş encamên hişmendiya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk ji holê rake û şer gûr bike.
Hewl dide sûdê ji geşedanên herêmî û navneteweyî bigire da ku siyaseta xwe ya dijminane û qirkirinê pêk bîne.
Vê siyasetê bi taybetî li dijî gelên ku li hemberî terorê têdikoşin û hewl didin modeleke civakî-demokratîk a li ser bingehê yekîtiya gelan ava bikin, pêk tîne.”
Rêveberiya Xweser di dawî de got ewê li dijî siyaseta qirkirinê têbikoşin û got:
“Em ê avakirina herêmên xwe bidomînin û îradeya gelê xwe pêş bixin.
Îradeya gelê me mîsogeriya serketin û têkbirina tevahî planên dijimin e.”