Şehîdên Parîsê li cihê komkujiyê hatin bîranîn

Şehîdên Parîsê li ber Buroya Enformasyonê ya ku komkujiya yekem lê qewimî, hatin bîranîn.

Senatorê Partiya Sosyalîst Remo Fero, li ser navê CDK-F’ê Sara Marcha, Komeleya Kurdistan a Fransa û endamên Tevgera Dostatiya Gelên Li Dijî Nijaperestiyê ya Mrap, li çalakiyê bûn.

Alexandra Cordoba di çalakiyê de axivî û got: “Ev êriş li dijî hemû niştecihên Parîsê hatine kirin. Li dijî kesên li dijî DAÎŞ’ê nirxên xwe yên demokrasî û mirovahiyê parastine, hatiye kirin.”

Sara Marcha jî li ser navê CDK-F’ê axivî û got ku jinên pêşengên şoreşê, ji dîrokê heta niha timî hatine hedefgirtin, ji bo paşeroj dubare nebe divê têkoşîna edalet û heqîqetê bidome.

Back to top button