Li Wanê 8 gundiyên herêmê bi navê ku sîxurên Îranê ne hatin girtin

Di 13’ê cotmehê de çapemeniya Tirk ragihand ku ji aliyê Saziya Îstixbarat Tirk MÎT û emniyete ve li Wanê 8 sîxurên Îranê hatine binçavkirin.
Derket holê ku operasyona MÎT’ê şanoyek bû û ew binçavkirin li dijî gundiyên ku li herêmê dijîn û tên û diçin hatiye lidarxistin.

Di operasyona hevbeş ya MÎT û Muduriyeta Emniyetê de ya li Wanê, 13’ê Îlonê 8 kes bi hêceta ‘Sîxurê Îranê’ ne hatin binçavkirin û piştî ku birin dadgehê ew 8 kes hatin girtin.

Ajansa Anadolê û TRT’ê ya dewleta Tirk binçavkirina van kesan bi ser navê “2 jê sîxur, 8 kesên ku xwestin leşkerekî berê yê Îranê birevînin welatê xwe li ser sûc hatin girtin”, “Operasyona mezin” û “Kî ji destê MÎT’ê xelas bûye” ragihandin.

Li gorî hat belavkirin, îstixbarata Îranê, ji bo revandina leşkerê xwe yê berê M.A. bo Îranê, hin kes bi wesayîtê şandine Wanê û ew ji aliyê MÎT’ê ve li ser sûc hatine girtin.

Lê derket holê ku A.E, A.S, C.S, K.B, S M. E.A, N.Î, T.A û S.S. ew in ku hatine binçavkirin û piştî 9 rojan; bi sûcdariya “peydakirina agahiyên veşarît û eşkerekirina wan” hatine girtin û ji bo Girtîgeha Wanê hatin e şandin.

Ji bo girtina her heşt kesan jî bandê qoliyan ê di wesayîtê de weke delîl hatiye nîşandan û bi avakirina şebekeya budçeya 30 hezar TL’yî hatine tohmetbarkirin.

Yek jî van kesên ku hatiye binçavkirin ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê Selhaddin Salmanlou ye.

Salmanlou cotkare û ji bo ku ji zarokên xwe yên diçin dibistanê re sol, kincên dibistanê, amûrên kirtasiyê û çente bikire hatiye Wanê û bi hinceta “sîxurê Îranê” hatiye girtin.

Birayê Salmanlou Ferhat Salmanlou, derbarê rewşa birayê xwe ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar dike ku ji bo dîtina kekê xwe hatiye Wanê û bi rojan nikare bi kekê xwe re hevdîtin bike.

Ferhat Salmanlou, tîne ziman ku ew dixwaze birayê wî were berdan. Xizmên wan ji xwe li Wanê hene û ew her dem tên û diçin.

Back to top button