Erdogan ji ber çi çeteyên SADAT diparêz e?

Di van rojan de ku serokê rêjîma Tirk Erdogan gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li Rojavayê Kurdistanê dixwe, mijara çeteyên SADAT’ê careke din ket rojevê.
Lewam ji destpêka êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, çeteyên SADAT’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bikaranîn.
Ev koma ji generalên Tirk ên selefî pêk tê, hem êrişî Kurdan dike û hem jî destekê didin DAIŞ û El Nusrayê..

Serokê rêxistina sûc Sedat Peker li hemberî demokrat û aşîxwazên li Tikriyê gotineke wiha bikar anîbû:

Wê xwîna we were rijandin.

Peker li wê yekê mukir hat ku wî ev gotin bi haya serokê rêxistina SADAT’ê Ednan Tanriverdî bikar aniye.

Tevî ku ev yek di asta sûc de ye jî heta niha li hemberî SADAT’ê ti gavên qanûnî nehatine avêtin.

Başe SADAT a ku ji aliyê Erdogan ve tê parastin, bi kîjan armancê hatiye avakirin.

28’ê Sibata sala 2012’an, rêxistina paramilîter a Sadatê, ji aliyê fermandarê berê yê artêşa Tirk Edana Tanriverdî ve hate sazkirin.

Ev koma ku weke kontrgerîlla tê binavkirin piranî ji fermandarên selefî pêk tê.

Her çandî navê şîrketa parastinê lixwe kiribû jî lê ew mîna artêşeke ne fermî têkelî her cûreyên karên xerab bûye.

Ji destekdayîna çeteyên li Sûrî bigre heta pêwendiya wê li gel DAIŞ û El Nusrayê, navê SADAT di gelek karên tarî de derbas dibe.

Lê ne hukûmet û ne jî dadgeriya Tirk li dijî vê koma kirêgirtî heta niha ti gaveke qanûnî neavêtine.

Sedat Peker ku weke serokê rêxistina sûc tê naskirin, di mukirhatinên xwe de dibêje, lîderê SADAT’ê Ednan Tanirverî jê xwestiye ku tirsê li nava civakê belav bike û gefa kuştinê li derdorên muxalif bixwe.

Ev rêxistina ku yekser dstekê ji Erdogan û hukûmeta wê digre, heta niha li Lîbya û bi dehan welatên din bicih bûye.

Gelek caran ji ber karên xerab, li Tirkiyê bûye rojev.

Li bajarên mîna Tokat û Konyayê xwedî kampên leşkerî yên veşartî ye.

Di şerê navxweyî yê li Sûrî de, çek û cebilxzane ji bo DAIŞ û El Nusrayê şandine.

Li gorî îdîayên Sedat Peker, vê komê perwerdeya xwe ji hêzên taybet ên Rûsyayê girtine.

Di salên dirêj de pêwendiya di navbera SADAT û serokê rejima Tirk Erdogan de eşkere dewam kir.
Erdogan-tanriverdi

Lewma serokê SADAT’ê Ednan Tanriverdî, şêwermendiya Erdogan kir.

Û ji wê demê ve tevî ku Tanriverdî û rêxistina têkelî gelek sûcên şer bûne jî ji aliyê Erdogan ve tê parastin.

Back to top button