Scholz û Xi civiyan

Serokê Çînê Xi Jinping bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ê ku serdana Pekinê dike re hevdîtin kir.
Piştî 3 salan ev serdana yekê ya serkokekî G7 bo Çînê ye.

Li gorî çapemeniya Çînê, Xi û Scholz têkildarî hevkarî û başkirina peywendiyên navbera herdu welatan axivîn ne.

Xi bi bîr xist ku îsal 50 saliya têkiliyên dîplomatîk ên Çîn-Almanya ye û got:

Heta her du alî hurmeta dualî biparêzin, wê ev têklî bi awayekî xurt dewam bike.

Xi bal kişande ser vê yekê ku cîhan di şert û mercên aloz û nelihev re derbas dibe.

Serokwezîrê Alman Scholz ji destpêka pandemiya Covid-19 ve bûye yekem serokê welatê G7 yê serdana Çînê dike.

Scholz di heman demê de di nav serokên yekem de bû ku piştî Kongreya Neteweyî ya Partiya Komunîst a Çînê a 20. ku hefteya borî pêk hat serdana welêt kir.

Serokê Çînê Xi Jinping di kongreya ku her pênc salan carekê tê lidarxistin de careke din wek sekreterê giştî hat hilbijartin.

Bi vî awayî bû yekem rêberê ku ji damezrênerê Komara Gel a Çînê Mao Zedong, zêdetirî du dewran serokatiya partiyê dike.

Back to top button