Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 49. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê her diçe berfireh dibin.
Di roja 49’an de jî gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di nav çalakiyan de bûn.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 49’an de berdewam dikin.

Hêzên rejîma Îranê careke din bi tundî êrişî gel kirin.

Heta niha di êrişên hêzên rejimê de bi kêmanî 280 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rejîm hewil dide bi girtin û kuştina xwepêşandêran pêşî li serhildanan bigre.

Lê li beramberî vê yek gel qadan naterikîne.

Duh li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di çilrojiya gelek qurbaniyan de gel li ser gorên wan ew bi bîr anîn.

Lê hêzên rejîmê xwe li vê yekê negirtin, êrişî gel kirin û vê yekê re şer derket.

Di şerê ku qewimî de baragehên hêzên rejîmê hatin şewitandin.

Piştî vê yekê li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mahabad, Ûrmiye û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê gel daketin qadan.

Li bajarê Tebrîzê hêzên rejîmê hewildan meşa welatiyan asteng bikin û şer derket.

Her wiha li Tehran, Êsfehan, Reşt, Kêrman, Ehwaz û gelek deverên din ên li Îranê jî gel bi dirûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Li gelek deveran jî careke din gel berî hêzên rejîmê dan û ew ji deverên xwe derxistin.

Li Belûcistanê jî bi hezaren kes li dijî zilm û êrişên rejîmê meşiyan.

Hêzên rejîmê xwe li meşa gel ranegirt û bi çekan êriş kir.

Di êrişê de gelek kes birîndar bûn lê der barê hejmara birîndar û qurbaniyên li Belûcistanê de agahiyên zelal nehatine parvekirin.

Back to top button