Berdevkê Êlên Minbicê Mihemed Sadiq El-Esîdî, bang li rejîma Sûriyê kir ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike.
El-Esîdî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo wêrankirina Sûriyê û têkbirina hêviyên gelê wê derbasî herêmê bû û got,
Dewleta Tirk çavê xwe berdaye axa Sûriyê, bazirganî bi ciwanên Sûriyê kir û ew şandin Lîbyayê.
El-Esîdî anî ziman ku ew wek êlên Ereb wê her dem li rex Hêzên Sûriyê Demokratîk bisekinin.
Mihemed Sadiq El-Esîdî bang li rejîma Sûriyê kir ku ji bo rizgarkirina Sûriyê li kêleka QSD’ê bisekine.