Li Iraqê tevî sozên Elawî xwepêşandan didomin

Tevî ku Serokwezîr Mihemed Tewfîq Elawî gelek sozan jî dide, lê xwepêşandêrên Iraqê wî qebûl nakin û dest ji qadan bernadin. Serokê parlementoya Îraqê Mihemed El-Helbûsî jî ragihand ku, dema rûniştina awarte ya ji bo dengdana li ser hikûmeta nû, hîn nehatiye diyarkirin.

Tevî sozên Serokwezîr Mihemed Tewfîq Elawî yên lidarxistina hilbijartinên pêşwext û hesabpirsîna ji êrîşkarên xwepêşandêran, kolanên Iraqê nêrînek wan a din heye.

Xwepêşandêrên ku dibêjin Elawî endamekî desthilata heyî ku dawaza guhertina wê dikin e, îro jî li qadan bûn.

Li gelek deverên Iraqê xwepêşandêr li dijî erkdarina Elawî ya ji bo avakirina hikûmeta nû, daketin qadan.

Ji bo dengdayîna li ser hikumeta Elawî dem nehatiye diyarkirin

Elawî ragihandibû ku pêkhateya hikûmeta wî amade ye û ji Parlementoyê xwestibû ku roja duşemê rûniştineke awarte ji bo ragihandina vê pêkhateyê kir, li dar bixe.

Lê Serokê Parlementoyê Mihemed El-Helbûsî diyar kir ku ji ber navên wezîran negihaştine ber destê parlementoyê, dema rûniştina awarte jî nehatiya diyarkirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Beşîr Hedad eşkere kir ku wê civîna parlamentoya Iraqê 24’ê mehê ji bo dengdana li ser kabîne Elawî, pêk neyê.

Li aliyekî din Serokê Tevgera Sedir Muqtede El-Sedir diyar kir ku ew li benda rûniştina parlementoyê ne.

Sedir destnîşan kir ku ewê di nava hefteyê de banga xwepêşandanên milyonî li dora Herêma Kesk, bikin.

Back to top button