Çeteyan 5 sivîl ji gundê Um El-kêf yê Til Temirê revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tevî êrîşên xwe yên dagirkeriyê, revandina sivîlan jî didomîne. Çeteyan 2 jin di nav de 5 kes ji gundên Til Temirê revandin.

 

Îro di saetên nîvro de çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîşî gundê Un El-Kêf yê Til Temirê kir.

Çeteyan ku sivîlên gund kirin hedefa êrîşa xwe, dest bi revandinê kirin.

Di vê çarçoveyê de çeteyan ji gundê navbûrî 2 jin di nav de 5 kes revandin.

Her 5 sivîl dema pezên xwe diçêrandin çeteyan ew revandin û 150 pezên wan jî dizîn.

Çeteyan piştî çend saetan hersê ciwan berdan, lê çarenûsa herdu jinan hîna ne diyar e.

Li aliyekî din artêşa dewleta Tirk nuqteyên hêzên rejîmê yên li gundê Sarûc, Kopirlik, Evdiko û Qizelî yên Girê Spî topbaran kirin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk li gundewarê bakurê rojavayê bajarê Minbicê jî deverên sivîlan topbaran kir.

Gundê Fatsa yê navçeya Eyn Îsayê jî bi çekên giran hat topbarankirin.

Back to top button