Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 48. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dewam dike.
Di roja 48’an de jî bi pêşengiya jin û xwandekaran çalakî hatin lidarxistin.
Li aliyê din êrişên hêzên rejîmê jî dewam dikin.
Heta niha ji wan 40 zarok, 277 kesan ji ber êrişan jiyan xwe ji dest dane.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên bi daxwaza azadiyê di roja 48’an de berdewam dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku 40 jê zarok in.

Di êrişên rejîma Îranê de 277 kesan jiyan xwe ji dest dane

Li gorî Rêxistinê dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be.

Her wiha hezaran kes jî ji aliyê hêzên rejîmê ve birîndarbûne û hatine girtîn.

Lê tevî zext û êrişên hêzên rejîmê jî li gelek bajaran careke din bi pêşengiya jin û xwendekaran çalakî hatin lidarxistin.

Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 48. de didome

Duh bi şev li Sine, Merîwan û Seqizê gel daketin qadan, agir dadan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li Tehranê, Tebrîz, Esfehanê û deverên cuda ên Îranê jî çalakiyên bi dirûşma “Bimre diktator” hebûn.

Her wiha îro li bajarê Kerecê bi boneya çilrojiya keca bi navê Hedîse Necefî hezaran kes daketin qadan û rejîma Îranê protesto kirin.

Di meşê de welatiyan dirûşma “Bimre Xamênêyî” berz kirin.

Bi êrişa hêzên rejîmê re şer derket û welatiyan seyareyeke wan dan ber agir.

Piştî demekî welatiyan baragehê wan girtin û hêzên rejîmê bi neçarî ev der terikandin.

Li bajarê Erakê jî gel bi dirûşma “Azadî” li qadan bûn.

Li aliyê din xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî weke her car tevlî dersan nebûn û rejîma Îranê protesto kirin.

Back to top button