Hevserokê Parêzerên Reqayê Xalid El-Hesen: Dewleta Tirk bi êrişên xwe şaneyên DAIŞ’ê zindî dike

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen dibêje:
“Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê şaneyên DAIŞ’ê çalak dike û metirsiya çeteyên girtî jî li herêmê zêde dike.”

Parêzer Xalid El-Hesen dazanîn ku êrişên Erdogan, derfetê dide çeteyên DAIŞ’ê ku xwe ji nûve li herêmê bi rêxistin bikin û tevlîheviyê derxînin.

Xalid El Hesen anî ziman “Dewleta Tirk li hêviya teqandina kampa Holê û girtîgehên çeteyan e, lewma êrişên xwe zêde dike.”

Parêzer Xalid El-Hesen dawiyê bang li hemû qanûnsa, rojnamevan û parêzeran kir ku li dijî sûcên Erdogan û planên wî yên qirêj bibin xwedî helwest

Back to top button