Îro Roja Penaberan a Cîhanî ye..
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi vê boneyê bang li civak û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberan bikin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da û tê de ev got:
“Li Sûriyê ji ber şer, her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe û bi taybet kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin.
Ji ber siyaseta heyî, ji Serêkaniyê û Girê Spî gelek kes ji warê xwe bûn û koçberî deverên din bûn.”
Komîteya Koçberên Serêkaniyê dawiyê bang li cîhanê, civak û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberan bê kirin û vegera bi-ewle li bajar û gundan were misogerkirin.