Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 47. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam dike.
Di roja 47’an de careke din li gelek deveran û zanîngehan çalakiyên bi pêşengiya jinan hebûn.
Li aliyê din êrişên hêzên rejîmê li dijî welatiyan dewam dikin.

Tevî zext û êrişên hêzên rejîmê jî serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 47’an de berdewam dikin.

Li gelek bajaran careke din bi pêşengiya jin û xwendekaran çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Sine û gelek deverên din ê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan careke din deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Piştre welatiyan bi dirûşma “Bimre dîktator” li dijî rejîma Îranê meşiyan.

Hêzên rejîmê jî ji bo asteng kirina meşa welatiyan êriş kirin û şer derket.

Bi heman armancê li Tehranê û gelek deverên din ên Îranê jî duh heya derengiya şevê gel bi dirûşmeyan li qadan bûn.

Li aliyê din bi boneya 40 rojiya qurbaniyên serhildanê, gel li ser gorên wan ew bi bîr anîn û careke din daxwaza azadiyê kirin.

Li dijî êrişên hêzên rejîma Îranê, aliyên azadîxwaz jî li bajarên cuda yên Îranê li dijî navend û baregehên Besîc çalakî dikin.

Xwepêşandan û çalakiyên xwendekaran yên bidaxwaza azadiyê berdeman kirin.

Rejîma Îranê careke din li dijî xwepêşandêran sûcên dij mirovî pêk anîn.

Weke di dîmenanan de jî xuya dike hêzên rejîmê bi motorê bi ser welatiyê birîndar re diçin û pişt re jî lêdidin.

Di dawî de jî bi çekên di destê xwe de gule li welatiyê birîndar dereşînin.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Îranê berê jî gelek xwepêşandêr bi îşkenceyê qetilkirin û mirina wan jî weke nexwaşiyên cuda an jî xwekujî nîşan dan.

Back to top button