Bîlançoya êriş û topbaranê dewleta Tirk a dagirker li ser heremê

Êriş û topbaranê dewleta Tirk a dagirker li ser heremê rojane bûye.
Dewleta qirker ji 10 hezîranê heta 14’ê hezîranê li dijî heremê 25 êrişên bi balafirên bi çek, top, hawan û obîs pêk anîDi ecama van êrişan de welatiyek, 10 şervanên meclisa leşkerî ya Minbicê û YPG’ê şehîd bûn, 14 leşkerên hikûmeta şamê û 2 leşkerên Rûsî jjiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 12 welatî birîndar bûn.
Tevî van êrişan jî Rûsya, Amerîka û Hikûmeta Şamê bêdengin.

Ji 10’ê mehê ve dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê nedaya seknandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin;

Dewleta Tirk a dagirker 14`ê Hezîranê 7 caran bi dronan êrişî gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn û herêma Şehbayê kir.

Bi giştî di encama êrişên duh ên dagirkeriyê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Û erebeyeke wan hat bêkêrkirin.

Her wiha gelek zirar di zeviyên xelkê herêmê de çêbûn.

Sibeha heman rojê li Minbicê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyek şêniyên gundê Dendeniyê topbaran kir.

Di encamê de, 2 zarok birîndar bûn.

Dema şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwestin zarokên birîndar rizgar bikin bûn armanca êrişan.

Di encamê de, 6 şervan şehîd û yek jî birîndar bû.

Di êrişa li gundê Ereb Hesen yê Minbicê ku bi balafirên bêmirov pêk hat de, sivîlek şehîd bû.

Artêşa dagirker derdora cihê çemento yê li gundê Şorik yê li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de, kir armanc.

Di encama êrişa artêşa dagirker de 5 welatî birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk 13’ê hezîranê bi balafiran cihên leşkerî yê hikûmeta şamê yên li gundê Bênê û navçeya Til Fifetê û gundê meyasê yê Şêrewa kir armanc.

Di encamê de 6 lelkerên hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker 13’ê hezîranê bi balafirên bê mirov ve benda kontrolê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gund Diric û pira Qereqozak ya navbera Minbic û Kobanê bomberbaran kir.

Di encama êrişan de 2 şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd û yek jî birîndar bû.

Her weha, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke keşfê ya bi çek nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Tinibê yê navçeya Şera, gundê Aqibêyê Şêrawa û navçeya Til Rifatê bombebaran kir.

Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû û 2 tank hatin derbkirin.

12’ê Hezîranê balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Komabanê motorsîklêtek kir armanc.

Êriş li ser rêya Helebê ya têketina başûrê bajarê Kobanê pêk hat.

Di vê êrişa dewleta Tirk a dagirker de, 3 welatî birîndar bûn.

Her weha artêşa Tirk a dagirker 12’ê hezîranê derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran kir.

Di encam de 2 leşkereke hêzên Rûsî jiyana xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûn.

Herî dawî di 10’ê Hezîranê balafirek bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker wesayîtek li Şehbayê bombebaran kir.

Di encam de 3 şervanên YPG’ê şehîd û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Back to top button