Li bajarê Dêrikê, yekemîn kargeha naylonê, hatiye avakirin.
Di kargeha Roj a naylonê de, 6 cure kîsên naylonê tên çêkirin.
Zêdeyî 100 karmendî jî, di vê kargehê de dixebitin.
Ev kargeh rewşa şêniyan a jiyanî û aboriya herêmê baş dike.
Rêveberê Kargeha Roj ji televizyona me re diyar kir, ku ew hemû cureyên kîsan çêdikin.
Tê zanîn, ev kargeh yekemîn kargeha naylonê li herêmê ye û armanc dike berhemên xwe bişîne derve jî.