Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dawiyaniyek da û got:”Di encama êrişên dewleta Tirk 6 şervanên me gihiştin asta şehadetê..”
Navendê di daxwiyaniyê de nasnameya her 6 şervanan eşkere kir.
Şervan û lehengên Minbicê ji bo zarokên ku di êrişa dagirkeriya tirk de birîndar bibûn rizgar bikin, canê xwe fedakirin û bûn pakrewan.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 pakrewanên xwe eşkere kir ..
Navendê di daxwiyaniya xwe de ev yek got:
“Artêşa Tirk leza êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin .
Di êrîşên xwe de hemû cureyên çekên giran bi taybet balafirên keşfê yên bê mirov bikar tîne.
Di encama van êrişan de 6 şervanên me gihiştin asta şehadetê ..”
Navendê eşkere kir ku her 6 şervanên wan bi lehngî û qehremaniyeke mezin gihaştin asta şehadetê û got:
Şervanên me li hember dagirkeran ji bo armancên mezin her çiqasî berdêl giran be jî ruhê fedayî raber kirin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Murad
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed Mihemed
Navê Dê: Inam
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic
Nasnav: Ebû Miseb
Nav û Paşnav: Ebdul Elkerîm Yunis Ibêd
Navê Dê: Ferîde
Navê Bav: Yûnis
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic
Nasnav: Ebdulah
Nav û paşnav: Ebdulah Hesen Ibrahîm
Navê Dê: Şahe
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic
Nasnav: Faris
Nav û Paşnav: Mistefa Xelîl Derwîş
Navê Dê: Fehîme
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic
Nasnav: Mistefa
Nav û Paşnav: Mistefa Şerîf El- Ebdulah
Navê Dê: Xîtam
Navê Bav: Şerîf
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic
Nasnav: Welat
Nav û Paşnav: Welat Nebo Mihemed
Navê Dê: Wehbe
Navê Bav: Nebo
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2023-Minbic