RAJIN Gerîla şehîd şaristan asmîn bi bîr anî

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi daxuyaniyekê gerîlaya şehîd Şaristan Asmîn bi bîr anî. RAJIN diyar kir ku Hevrê Şaristan di têkoşîna azadiya jinê de mînaka dilsoziyê bû û ew weke hevrêyên wê yên têkoşînê soz didin ku têkoşîna xwe bidomînin û heqîqeta hevrêtiyê ya Şaristan Asmîn afirandî, bikin pîvana serketinê.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji bo gerîlaya şehîd Şaristan Asmîn daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di şexsê hevrêya xwe ya hêja û milîtana pêşeng a xeta jiyana azad hevrê Şaristan Asmîn de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin.

“Parastina destketiyên têkoşîna jinê ji bo hevrê şaristan pîvaneke sereke bû”

RAJIN diyar kir ku Hevrê û şoreşgera têkoşîna azadiya jinê, şopdara xeta Gurbet-eliyan Şaristan Asmîn bi keda xwe, bi hezkirin, hêvî, bawerî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêber Apo re nîşanda û bû kadroyeke pêşeng a xeta azadiya jinê.

Hevrê Şaristan di têkoşîna azadiya jinê de mînaka dilsoziyê bû.

24 salên têkoşînê bi tevlîbûneke li ser esasê mezinkirina hevaltiya jinê, pêşxistina jiyana azad û dayîna kedê derbas kir.

Di jiyan û têkoşînê de parastina destketiyên têkoşîna jinê û nirxên wê, wekî pîvanekî sereke dît û ji bo xwe kir sedema mezinkirina têkoşînê.

RAJIN’ê bi bîr xist ku pêşenga têkoşîna azadiyê Şaristan Asmîn bi salan di xebatê ragihandina jinê de cih girt û wiha anî ziman:

“Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê xebatê ragihandina jinê bi kedeke bêhempa meşand.

Bi hêza xwe, bi ezmûn û ruhê têkoşîner xebat meşand û bi pêş xist.

Hevrê Şaristan, jiyana her gerîlayeke jin ji bo xwe kir îlhama têkoşînê.

“Şaristan asmîn bû mînaka dilsoziya bi ked û têkoşînê re”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:

Hevrê Şaristan tevî ku li hemberî nexweşiyê têkoşîneke mezin dida û tedawiya xwe didît jî lê tu carî rewşa tendirûstiyê ji bo xwe nekir asteng û heta dawî beşdarî kar bû.

Ev tevlîbûn ji bo me mînaka dilsoziya bi kedê û têkoşînê re ye.

Em hevalên wê yên têkoşînê careke din di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de ji tevahî şehîdên azadiyê re soz didin ku em ê tekoşîna wan a azadiyê bidomînin û xwedî li nirxên ava kiriye derbikevin.

Back to top button