PKK: Xebatkara Çapemeniyê a YJA Starê Şaristan Asmîn şehîd bû

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar kir Şaristan Asmîn a ku çaryek sedsalê têkoşiya û şopdara herî xurt a heqîqeta Rêber Apo bû ji ber nexweşiyê şehîd ketiye.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK têkîldarî şehadeta xebatkara çapemeniyê ya YJA Starê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) daxuyaniyeke nivîskî da.

PKK’ê da zann ku Hevrê Şaristan di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyê tevlî nav karwanên şehîdan bû.

Di daxuyaniya PKK’ê de hate gotin:

Hevrêya me Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) di demên herî zor de bûye xwedana têkoşîneke afirîner.

Hevrê Şaristan, di sala 1981an de li Mersînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji Botanê ye.

Komîteyê diyar kir ku hevrê Şaristan pêvajoya Komploya Navneteweyî de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û got:

“Hevrê Şaristan sala 1999’an vedigere Botanê û digihîje gerîla.

Wekî gerîlayeke jin li serê çiyayên Kurdistanê, pêkanîna têkoşîna li dijî dagirkeriyê û kûrahiya hevrêtiya PKK’ê ji xwe re dike esas.”

Komîteyê destnîşan kir ku hevrê Asmîn bi kamerayê xwe ji bo nasandina têkoşîna azadiyê ya jinan li Kurdistan û cihanê gelek ked daye û ev tişt anî ziman:

Hevrê Şaristan demeke dirêj di nav xebatên çapemeniyê yên YJA Starê de ma

Bi kameraya xwe nîşan da ku têkoşîna gerîla bi rengê jinan çawa dikeve pratîkê.

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrê Şaristan jî kedeke mezin da ku haya cîhanê ji vê qirkirinê çêbibe.

Şariştan li qadên Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hem weke gerîlayeke jin hem jî weke xebatkara çapemeniya azad têkoşiya.

Komîteya Piştevaniya bi malbatên şehîdan a PKK sersaxî ji malbat, gelê Kurd ê welatparêz xwest û ev yek got:

Em soz didin ku em ê xeyalên wan ên Kurdistana azad ku jiyana xwe ji bo vê feda kirine, pêk bînin.

Nasnameya gerîla Şaristan Asmîn wiha ye..

Nasnav: Şaristan Asmîn
Nav û Paşnav: Leyla Yildiz
Cih û dema jidayikbûnê: 1981 / Mêrsîn
Navê dayikê: Hediye
Navê bav: Alî
Cih û dema tevlêbûnê: 1999 / Mêrsîn
Cih û dema şehadetê: 3’yê Hezîrana 2023’an

Back to top button