Lîderên Fransa, Almanya û Polonya li Parîsê civiyan

Welatên bihêz yên Ewropa ji rewşa li parzemînê nerazî ne.
Metirsiya şer û aloziya heyî, lîderên van welatan dixe tevgerê.
Di vê çarçoveyê de, Lîderên Fransa, Almanya û Polonya li paytexta Fransa Parîsê careke din gotin,
heta dawiyê ew ê piştevaniya Ukrayna bikin û tekane çareserî rêbazên aştiyê ne.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokê Polonyayê Andrzej Duda li paytexta Fransa Parîsê civiyan.

Di civîna lîderanên herêma Sêgoşeya Weîmarê jêre tê gotin de, Ukrayna hebû.

Lîderan rewşa dawî ya Ukrayna û endamtiya wê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê gotûbêj kirin.

Piştî civînê, serokan civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Serokomarê Fransa Macron yê mazuvaniya civînê kirî axaftina despêkê kir.

Macron: Ukrayna nikare were dagirkirin

Macron diyar kir ku rewşa niha ya li Ukraynayê ji wan xwest ku piştgiriya xwe ya ji bo Kîevê bidomînin û got,

“Eşkere ye ku Ukrayna nikare were dagirkirin.

Ji ber vêyekê rêya bingehîn di çarçoveyek rêgezên hiqûqî ya navnetewî de pêkanîna aştiyê ye.”

Macron îşaret bi wê yekê jî kir ku Ukrayna bi cesareteke nimûneyî xwe diparêze û ev tişt anî ziman:

Divê piştevaniya bênavber ji Ukraynayê re di aliyên cuda yên leşkerî, siyasî û aborî de dewam be.

Wê serkeftina Ukraynayê bibe sedema aştiya tevahiya parzemînê.

Duda: Divê emperyalîzma Rûsî were tinekirin

Serokomarê Polonya Duda jî anî ziman ku divê emperyalîzma rûsî were tinekirin da ku Rûsya nekare fersendê bigire ku êrîşî dewletek din bike.

Duda got:

“Tu şik tune ku Ukrayna wê bibe endamê Yekîtiya Ewropî û NATOyê.

Dema ku hêzên Rûsî li gorî qanûnên navdewletî ji hemû axa Ukraynayê hate derxistin wê serketinê bidest bixe.”

Scholz: Heta pêwist bike emê li kêleka Ukraynayê bin

Serokwezîrê Almanya Scholz diyar kir ku hevkariya Fransa, Polonya û Almanyayê ji bo Ewropayê pir girîng e û wiha got:

“Helwesta her sê welatan eşkere ye, ew bi biryardarî li kêleka Ukraynayê ne û heta ku hewce bike ew ê li kêleka wê jî rawestin.”

Scholz daxuyakirin ku dem hatiye ku Putin zanibe plana wî têk çûye û wiha bi dawî kir:

“Piştî 16 meh ku bi sed hezaran mirî û birîndariyê, bi milyonan penaber, êdî dem hatiye ku şer bi dawî bibe.

Dem dema vekişandina leşkeran e û di dawiyê de amade bin ku li ser aştiyek adil biaxivin.”

Back to top button