Rûsya êrişî bajarê Zelensky kir: 6 kes mirin

Li Ukrayna bi pêngava dijber a artêşê dayî despêkirin re, careke din şer gur bûye.
Di wextekî Kîevê ragihand ku 7 gund ji hêzên Rûsya hatine paqijkirin de, Moskow bi çekêngiran êrişî bajarê Kryvyi Rih kir.
Herî kêm 6 kes mirin bêtirî 20 jî birîndar bûn.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî got:Raste rast sivîl hatine armanckirin.

Rûsya êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê dijwar kiriye.

Şevê din artêşa Rûsyayê bi moşekan êrişî bajarê Kryvyi Rih ê herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê kir.

Waliyê herêmê di parvekirina li ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Êrîşa li ser Kryvyi Rih pêk hatiye.

Li herêmên sivîlan xisar çêbû.

Li gor agahiyên despêkê di apartmaneke 5 qatî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Walî Lysak diyar kir ku di êrîşê de 25 kes birîndar bûne û ji wan 19 kes li nexweşxaneyê ne.

Bi derbasbûna demê re, hate ragihandin ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî 6 kes derbas kiriye.

Zelensky: Raste rast êrişî sivîlan hatiye kirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî êrîşa ku li bajarê wî Kryvyi Rih hat kirin da.

Zelensky got:”Kujerên Rûs şerê xwe yê li dijî mal, bajar û gel didomînin.

Mixabin kuştî û birîndar hene.

Operasyona rizgarkirinê dewam dike.”

Zelensky yê êriş bi terorî binavkirî diyar kir ku ew ê hesab ji sûçdaran bipirsin.

Zelensky: Şerê dijber bi zorî dimeşe

Zelensky li wê yekê jî mikur hat ku di şerê dijber yê dayîn despêkirin de bi zehmetî pêş de diçin.

Serokê Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku wan 7 gund ji destê hêzên Rûsî derxistine.

Ukrayna: Ji ber bendava Kaxovka heta niha 10 kes mirine

Ukraynayê ragihand ku hejmara kesên di lehiya ku piştî hilweşîna bendava Kaxovka yê de zêde bûne.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Îgor Klîmenko diyar kir ku beriya niha li Xerson û herêmê 10 kes mirin, 41 kes jî winda bûn.

Bendava navborî li ser çemê Dnîpro ya herêma Xersonê dikeve.

Heta niha jî alî hev ji hilweşîna bendavê tewambar dikin.

Back to top button