Reîsî: Tehran û Karkas hevalên xwedî dijminên hevparin

Serokomarê Îranê Reîsî ji bo piştevaniya welatê xwe dest bi tûreke berfireh kiriye.
Reîsî li Venezuela ji aliyê serokê wî welatî Maduro ve hate pêşwazîkirin.
Reîsî bo Maduro got:Berjewendî û dijminên me yên hevpar hene.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo piştevaniya bi welatê xwe re dest bi gerekî li Amerîkaya Latîn kiriye.

Yekem rawestgeha Reîsî Venezuela bû.

Reîsî li wir qala dostaniya navbera herdu welatan kir û wiha got:

Tehran û Karakas welatên dost yên dijminên wan heman in.

Di daxuyaniya Serokomarê Îran û Serokomarê Venezuela Nicolas Maduro ya çapemeniyê de wiha hat gotin:

“Berjewendiyên me yên hevpar, nêrînên hevpar û dijminên me yên hevpar hene.”

Maduro: Dema em bihevre bin kes nikare me têk bibe

Maduro got; “Îran wek yek ji hêzên herî girîng ê cîhana nû ya bilind dibe, roleke sereke dilîze.

Bihevre kes wê nekare me têk bibe.”

Rayedaran diyar kirin ku di navbera her du welatan de ji perwerdehiyê bigire heta tenduristiyê û madenê di 25 sektoran de peyman hatin îmzekirin.

Rêjeya bazirganiya heyî ya salane ji 3 milyar dolar dibe ku bibe 20 milyar dolar.

Ev serdana Reîsî piştî serdana Maduro ya bo Tahranê ku Hezîrana 2022’an pêk aniyî hat.

Di wê hevdîtinê de, lîderan peymaneke 20 salî ya têkildarî neft, petrokîmya û parastinê îmze kiribûn.

Di meha sibatê de Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn-Emîr Ebdullahiyan serdana Karakasê kiribû û bi Maduro re li ser mijara “parastina têkiliyên her du welatan” axivîbû.

2020’an de, Îranê 1.5 mîlyon bermîl sotemenî şand Venezuela.

Bivê yekê jî xwest alîkariya bide wî welatî ku da karibe carekedin parzûngehên xwe yên nayên bikaranîn bêxe meryetê.

Waşîngton ji wê demê ve Îran bi binpêkirina cezayan tawanbar kir.

Reîsî wê serdana Kuba û Nîkaraguayê bike

Di bernameya Serokomarê Îranê Reîsî de, serdanên Kuba û Nîkaragûayê jî hene.

Ev welat jî mîna Îran û Venezuela di hedefa cezayên Amerîkayê de ne.

Ev her du welat û Îran hevalbendên Rûsyayê ne ku par êrîşî Ukraynayê kiribû.

Her wiha Venezuela jî di nav wan welatan de ye ku piştgiriyê dide Rûsyayê.

Back to top button