15 Çileyê Supayê Pasdarên Îranê êrişî Hewlêrê kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê û Mekteb Siyasî ya YNK’ê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kirin û gotin:
“Êrişkirina ser cihên niştecihan gefek cidî ya li ser serweriya Iraq û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê ye.
Divê saziyên fermî yên herêmê û aliyên siyasî bi hemahengiya bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina welatiyan roleke zêdetir bilîzin.
Gelê Kurd bi yektîiya xwe wê planên dagirkeran vala derxînin.”
15 Çileyê Supayê Pasdarên Îranê bi mûşekên balîstîk û dironan êrişî balafirxaneya Navnetewî û navçeyên Pîrzîn û Bineslawa yên Hewlêrê kir.
Di encama êrîşê de karsazê bi navê Pêşrew Dîzeyî û keça wî Jiyan Dîzeyî û mêvanê wî karsazê Xiristiyan Mixaîl jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê di derbarê êrişê de daxuyaniyek da.
KNK’ê di daxuyaniya xwe êrişên li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk û Îran rojane êriş û dagirkeriya xwe berdewam dikin.
Li Bakur û Rojhilat siyaseta înkar û bişavtinê, li Rojava û Başûr jî plana ji holê rakirina xweseriya Rojava û statûya Herêma Kurdistanê birêve dibin.
Mixabin desthilata Herêmê temamkerê planên dewletên dagirkere.
Gelê Kurd bi yektîiya xwe wê planên dagirkeran vala derxîne.”
YNK: Ev êriş li dijî serweriya hikûmeta herêmê û Iraqê ye
Derbarê heman mijarê de Mekteb Siyasî ya YNK’ê jî bi daxuyaniyekê êrîşên ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ser Hewlêrê pêkhatin şermezar kir û got:
“Êrişkirina ser cihên niştecihan gefek cidî ya li ser serweriya Iraq û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê ye.
Pirsgirêkên siyasî, ewlekarî yên dinavbera welatên cîran de û derveyî têghiştina siyasî, ne çareserî ye û tenê aloziyan kûrtir dikin.
Divê Hikumeta Federal hewldanên xwe yên ji bo parastina serweriya welat û ewlekariya welatiyan, zêdetir bike.
Divê saziyên fermî yên herêmê û aliyên siyasî bi hemahengiya bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina welatiyan roleke zêdetir bilîzin.”
Supayê Pasdarên Îranê berpirsyariya êrişa Hewlêrê girt ser xwe