Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan berê xwe da Pakistanê ji bo beşdarî civîna 6’emîn a Meclîsa Hevkariya Stratîjîk a pile bilind a di nav bera herdu welatan bibe.
Wezîrê Derve Mevlûd Çavuşuglo, Berdevkê Serokkomariyê Ibrahîm Kalin, Wezîrê Enerjî û Hawirdeyên Siruştî Fatih Donmaz û hin wezîrên din bi Erdogan re rê ketin .
Tê payîn Erdogan li meclisa hevbeş a parlemen û senatoya Pakistanî biaxive.
Li gorî agahiyan wê Erdogan bi hempîşeyê xwe Arif Elewî re jî bicive.
Civîna Meclîsa Hevkariya Stratîcîk wê 2 rojan dewam bike.
Li gorî çavdêran serdana Erdogan di çarçoveya kar û xebatê pêşxistina Çekên Nuklerî bi pakistanê re tê.
Têkiliyên dîplomasî di navbera Tirkiyê û Pakistanê sala 1947an de destpêkiriye, piştî ku Pakistan yekemîn weletê mislimanan di cîhanê de hat naskirin. Têkiliyên dewleta Tirk, Pakîstan û Qatar di çarçova destekdayîna tevgerên radîkal wek El Qaîde/DAIŞ û Exwanî Mislimîn tê zanîn.