Cara sêyemîn e ku Tirkiye tevlî dewriya hevbeş nabe

Biryar bû, îro dewriya hevbeş ya Rûsî û dagirkeriya dewleta Tirk li gundewarê Kobanê pêk bihata. Lê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de dewriye pêk nehat.

Îro dewriya hevbeş ya Rûsî – Tirkî li gundewarê Kobanê wê pêk bihata.

Lê dîsa hêzên dagirkeriya dewleta Tirk ne hatin.

Hêzên Rûsî çend saetan li gundê Aşmê yê Kobanê li benda dewleta Tirk man.

Piştî ku hêzên dagirkeriya dewleta Tirk ne hatin,hêzên Rûsî tena xwe dewriye pêkanîn.

Ev cara sêyemîn e dewleta Tirk a dagirker tevlî dewriya hevbeş nabin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi gurbûna şerê li Idlibê re di navbera Rûsya û dewleta tirk de nakokî derketine.

Piştî van êrîşan jî dewleta tirk tevlî dewriyê nabin.

Back to top button