Mezlûm Ebdî: Çi diyalog bibe wê bi beşdarbûna nûnerên pêkhateyan be

Fermandariya Giştî ya QSD’ê serdana Dêra Zorê kir û bi Meclisên Leşkerî, Sivîl û Rûspiyên herêmê re civiya. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevdîtinan de behsa diyaloga bi hikûmeta Şamê re kir û da zanîn ku çi diyalogek pêk bê wê bi beşdarbûna nûnerên şêniyên Dêrazorê, Reqa, Minbic û tevahî pêkhateyên herêmê be.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê serdana Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Hêzên Asayîşê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û şêx û rûspiyên wê kir.

Di hevdîtinan de Mezlûm Ebdî behsa zext û astengiyên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û tevahiya Sûrîyê pê re rû bi rû dimînin, kir û got:

”Tirkiyê ji bo êrişekê nû li dijî herêmê pêk bîne û erêkirina êrişê werbigre zextan dike. Li vir peyamek agirbestê heye, QSD’ê li gorî wê tev digere.”

Li ser diyaloga bi hikûmeta Şamê re jî Mezlûm Ebdî ev tişt anî ziman:

”Her diyalogekek bi hikûmetê re wê bi beşdarbûna nûnerên şêniyên Dêrazorê, Reqa, Minbic û tevahî pêkhateyên herêmê be.

Îdiayên ku dibêjin rêjîm derbasî herêmê bûne, hewldaneke xirabkirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Em piştrast dikin ku wê çareseriyeke siyasî û aştiyane ji bo Sûrî hebe, lê ne wekî ku hikûmeta Şamê dixwaze.

Pirsgirêk li gel me nine ku bibin beşek ji pergala Sûrî ya giştî.

Lê hin taybetmendiyên me mîna qebûlkirina Rêveberiya Xweser hene û em ê parastina wan bikin.”

Mezlûm Ebdî eşkere kir ku nexşerêyeke wan bi Koalîsyona Navneteweyî re heye û got,

Pêwîstiya vê nexşerêyê bi hevgirtina şêniyan û bi saziyên ewlehiyê heye ku bi serkeve.

Têkildarî rewşa rêveberî û xizmetguzarî, Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan di dawiya sala 2021’an pêngaveke têkoşîna li dijî gendeliyê di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de dan destpêkirin û ev pêngav dê berdewam bike.

Back to top button