Rûsya: Pergala esmanî êrîşên bi balafirên bê mirov têk birin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala parastinê ya baregeha Himêmîmê li Sûriyê, êrîşeke çeteyên dewleta Tirk a bi balfirên bê mirov têk bir.

Navenda lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê ragihand ku pergala parastinê ya baregeha Himêmîm şevê din tevgera balafirên bê mirov ku ji herêma bi navê “kêmşer” li Idlibê ber bi Himêmîmê ve şopand.

Navendê diyar kir ku bêyî ku ti birîndar û ziyanek madî çêbibin, êrîşên balafirên bê mirov ên çeteyan hatin têkbirin.

Beriya niha jî Rûsyayê destnîşan kiribû ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser rejîm û baregha Himêmîmê berdewam in.

Back to top button