Komeleya Keziyên Kesk di çarçoveya projeya ‘Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî’, dar li dibistanên navçeya Tirbespiyê çandin.
Di vê debarê de nûçegihana me Raperîn Elî û kemîrevan Besam Xelaf ev nûçe amade kirine.
”Dibistaneke jîngehî, civaka jîngehî”
Di bin vê jêr serenavê de, Komeleya Keziyên Kesk pêngava çandina daran dest pê kiriye.
Vê gavê ji 120 dibistanên Tirbespiyê, 50 dibistanan şitlên daran girtine.
Bi qasî 500 şitil li gor pêwîstiyên wan dibistanan hatine dayîn.