Komeleya Keziyên Kesk li Tirbespiyê dar belav kirin

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî di çarçoveya projeya ‘Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî’ de li dibistanên Tirbespiyê dar belav kirin.

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê dar li dibistanên navçeya Tirbespiyê ya Hesekê belav kirin.

Ew yek di çarçoveya ˊDibistana Jîngehî-Civaka Jîngehîˊ û ji bo bîranîna şehîd Mensur Kerîmiyan (Pîro Sine) de pêk hat.

Darên komeleyê belav kirine, hin ji wan berê 2 salan wek tov hatibûn çandin û hin beriya salekê wek darikan (şiv) hatibûn çandin.

Ev dar li yek ji 10 şitilgehên ku Komeleya Keziyên Kesk bi hevkarî desteka rêveberiya stasyona El Odê çêkiribû hatibû çandin.

Beşekê ji vê şitilgehê di 22 Kanûna 2023’an dema bombebarana balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de zirareke mezin dît.

Back to top button