Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk 5 welatî ji navçeyên Cindirês û Şiyê revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 welatîyên din revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir çeteyan 5 welatî ji navçeyên Cindirês û Şiyê revandin.

Hat ragihandin çeteyan li Gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsê welatiyê bi navê Ebûd Elî yê 32 revand.

Her wiha welatiyên bi navê Ehmed Betal, Mihemed Ednan Tamir, Cemîl Zekeriya û Mihemed Ehmed Ebdelah ji gundên Hêkcê û Sinarê yên navçeya Şiyê revandin.

Kesên hatine revandin heta niha tu agahî derbarê wan de nehatiye bi dest xistin.

Back to top button