Dîsa bendava Şehbayê bû armanca topên Tirkiyê. Li gundekî Dêrikê jî leşkeran gule li şivanan barandin.
Artêşa Tirk a dagirker Bendava Şehba ya kantona Şehbayê topbaran kir..
Duh êvarî jî heman artêşê gundê Um El-Hoş û Um El-Qura yên Şehbayê bi obîsan topbaran kir.
Dagirkeran nêzî 7 obîs avêtin gundên navborî û di encamê de zirarên madî çêbûn.