96 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ev zêdetirî 3 meh in ti agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed ne hatiyê wegirtin.
Tenê ya diyar ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha çarenûsa wî nediyare.
Parêzer Karzan Fazil derbarê azadiya fikir û raman ya li Başûrê Kurdistanê de got:
“Li Başûrê Kurdistanê rewşa azadiya fikir û raman xirab e.”

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 96 rojin agahî jê nayê girtin.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade parêzer û malbat ku hevdîtinê li gel bike.

Parêzer Karzan: Li Başûrê Kurdistanê rewşa azadiya fikir û raman xirabe

Li vir Parêzer Karzan Fazil derbarê azadiya fikir û raman ya li Başûrê Kurdistanê de axivî.

Karzan Fazil da zanîn ku rewşa azadiya fikir û raman di astek xirab deye, ev yek jî ji ber nebûna serweriya yasayê pêktê û got:

“Yek ji mafê herî bingehîn yê kesên tên binçavkirin, dîtina parêzerane, lê livir piştî 3 mehan jî kes nikare parêzerê xwe bibîne.

Li seranserê cîhanê azadiya fikir û raman mafek bingehîn yê mirovane lê tê binpêkirin.

Bi taybet jî divê rojnamevan bi azadane bikarin karê xwe bikin.

Lê li Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li herêmên dibin serweriya PDK’ê deye, ne tenê rojnamevan, welatî jî nikarin desthilatê rexne bikin. ”

Ji hingî ve parêzer û malbat dixwazin wî bibînin, lê rê nayê dayîn, lewra tirsa li ser jiyana wî zêde dibe.

Têkildarî wê jî ajansa Rojnews’ê, tawanbariyên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dike û PDK’ê di ber jiyana Silêman Ehmed de berpirsiyar dibîne.

Parêzera Silêman Ehmed jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku em ji bo hevdîtina bi Silêman re tên astengkirin.

Ev 95 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji hêla PDK’ê ve windaye

Back to top button