Şerê Îsraîl û Hemas: 79 roj

Îsraîl di şerê xwe yê li Xezayê de, çavê xwe berdaye Xan Yûnûsê.
Serokê DYA Biden jî, agirbesta li Xezayê naxwaze.
Di nava rewşa heyî de, jimara filistîniyên hatine kuştin derket 20 hezar û 424’an.

Îsraîl û Hemasê di şerîda li Xezayê de, li pey pêkanîna planên xwe digerin.

Şerê Xezeyê di roja 79’an de didome.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs daxuyaniyek da Kenala Fox News a Amerîkî û got:

Îsraîlê çav berdaye Xan Yûnûsê

“Piştî bajarê Xezayê em vedigerin başûr û em ê operasyonên xwe yên sereke li dijî keleha din a Hemasê Xan Yûnûsê pêk bînin.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’ê jî bang li Îsraîlê kir ku hîn zêdetir sivîlên di bin gefa birçîtiyê de, biparêze.

Li gorî Qesra Spî Serokê DYA’ê Joe Biden bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re têkildarî pêdiviyên jiyanî yên ji bo parastina sivîlan, axivî ye.

Biden ragihand ku wî banga agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de nekiriye.

154 Leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî li ser Medya Civakî X’ê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê li Xezeyê 8 leşkerên din ên Îsraîlê hatine kuştin.

Ji 20’ê Cotmehê ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatine kuştin, gihişt 154’an.

Jimara Filistîniyên li şerîda Xeza hatine kuştin gihişt 20424 hatin kuştin

Hemas ku kontrola Xezayê di dest de ye, ragihand di nava 24 saetên derbasbûyî de, 200 filistînî ji ber êrişan hatine kuştin.

Bi vê yekê re jimara Filistîniyên ji despêka şer ve hatine kuştin gihişt 20 hezar û 424’an.

Jimara birîndaran jî nêzî 54 hezarî bûye.

Hemasê diyar kir ku li Cîbaliye ya li bakurê Xezayê cenazeyê bi dehan Filistîniyan dîtine ku di dema operasyona bejahî ya Îsraîlê de hatine kuştin û hinek ji wan jî hatine înfazkirin.

Hemasê piştî sûcdariya “înfaza bê darizandin” bang kir ku li dijî Îsraîlê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, artêşa Îsraîlê li Xezayê û wîlayetên bakur 137 Filistînî bêyî darizandin înfaz kirin e.

Li Xezayê karesatên mirovî jî her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî NY’ê piraniya nexweşxaneyan naxebitin û 1.9 milyon kes neçar man ku malên xwe biterikînin.

Şerê Îsraîl û Hemas: 77 Roj

Back to top button