Asayîşê li Hesekê 6 teqemenî bêbandor kir

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî planeke din a terorîstan vala derxist.
Asayîşê bi daxuyaniyeke ragihand ku kêzên wan 6 teqemenî li Hesekê bêbandor kirin.

Asayîşa Hesekê ragihand ku hêzên wan doh piştî nîvro li derdora taxa Neşwa ya Hesekê gewdeyeke bi guman dîtine.

Piştî lêkolîn û destwerdana hêzên wan li cihê gewdelê bûye, hate dîtin ku ew gewde teqemeniye ku di bin erdê de hatiye veşartin.

Asayîşê diyar kir ku tîmê wan ê mayînan dorpêçek ewlehiyê li derdora cihê bûyerê danîn û bê ku ti ziyan çêbibe teqemeniyên ku her yek giraniya wê 25 kg bû, bi 5 teqemeniyên din ve girêdayî ye rakirin.

Asayîşê daxwaz ji gel û şêniyên heremê kir ku dema her tiştek bi guman dîtin yekser agahî bidin asayîşê.

Di dawî de asayîşê teqez kir ku ewê gel li hember her cûrê êrişan biparêzin.

Back to top button