Ibrahîm Şêxo: Kuştina zarokekî û kalemêrekî li Kîmarê sûcek bi zanebûn e

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê destnîşan kir ku kuştina zarokek û kalemêrekî li Kîmarê bi fermana MÎTê pêk hat, ev sûcek bi zanabûn e.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyan yekser bi fermana îstixbarata dewleta Tirk ev sûc bi zanebûn pêk aniye.

Ibrahîm Şêxo anî ziman ku çeteyan , Ebdulrehman Hemo beriya mehekê ji kuştina wî, ew revandine, ji bo serbestberdana wî jî fîdye xwestine û îstixbarata Tirk ew gelekî êşkence kiriye.

Şêxo da zanîn ku li Efrînê, ji ber ku bargehên leşkerî ya dagirkerî û navenda îstixbarata MÎT’a Tirk lê ne, tevgerên dagirkeriyê zêde bûne.

Çeteyan berî du rojan zilamekî 70 salî û zarokekî 14 salî ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê kutşin.

Her wiha zarokê bi navê Hemo Cengîz bi 40 guleyan hat kuştin.

Back to top button