Rûspî û êlên Ereb ên Dêrazorê û Meclisa Ermeniyan li Hesekê civiyan 

Bi armanca jiyana hevbeş û yekbûyîn di navbera hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Meclisa Ermeniyan, Rûspî û Êlên Ereb ên Dêrazorê li bajarê Hesekê civînek li darxistin.

Di bin silogana ”Em ne şerxwaz in, lê em aştiyê ji bo hemû gelan dixwazin” Meclisa Civaka Ermeniyan civînek li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê li darxist.

Di civînê de Daxuyanî bi zimanê Ermenî, Erebî û Kurdî hate xwendin û têde spasiya şêx û eşîrên Dêrazorê hate kirin ku êşîran di parastina yekitiya civaka Sûriyê de kedeke mezin dan.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku: “Wek pêkhateyên Ermen divê ew qenciya eşîran a bi ermenên ku ji ber qirkirinên Osmanî hatin koçberkirin ji bîr nekin.”

Rspiyê eşîra Begara, şêx Xelef Esad jî axivî û got: “Di vê rewşa dijwar de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe divê hemû pêkhateyên li Sûriyê dest bidin hev da ku em nebin armanca wan dewletê dagirker.”

Di dawiyê de Şêx Xelef Esad anî ziman ku ew sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Sûriyê qebûl nakin.

Back to top button