Îranê ragihand ku wê hilberîna Uranyûmê bi rêjeya 20 ji sedî were destpêkirin.
Îsraîlê jî yekser bersiv da û diyar kir ku wê nehêle Îran çekên nuklerî çêbike.
Yekîtiya Ewropayê jî hişyariya têkbirina Tifaqa Nuklerî da.
Berdevkê Hikûmeta Îranê, Elî Rebî’î ragihand ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî biryar da ku hilberîna Uranyûmê bi rêjeya 20 ji sedî were destpêkirin.
Elî Rebî’î got ku wan agahî daye Saziya Navdewletî ya Enerjiya Atomî ku ew ê hilberîna Uranyûmê bilind bikin
Berdevkê Hikûmeta Îranê, Elî Rebî’î destnîşan kir ku hikûmet dibîne ku ev biryar ne di perjewendiyên welat de ye, lê ew neçar e pêk bîne ji bo biryar ji parlemenê derketiye.
Saziya Navdewletî ya Enerjiya Atomî wê raporekê pêşkêşî dewletên endam bike
Saziya Navdewletî ya Enerjiya Atomî jî diyar kir ku çavdêrên wan karên hilberîna Uranyûmê li Îranê dişopînin.
Saziya Navdewletî ya Enerjiya Atomî ragihand ku rêveberê saziyê derbarê zêdekirina Îranê ya hilberîna Uranyûmê, wê raporekê pêşkêşî dewletên endam bike.
Netenyahû: Em ê nehêlin ku Îran çekên Nuklerî çê bike
Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyahû jî berteka xwe derbarê zêdekirina Îranê ya hilberîna Uranyûmê nîşan da.
Netenyahû di axaftineke xwe ya îro de got ku jinûve destpêkirina Îranê ya hilberîna Uranyûmê bi rêjeya 20 ji sedî armanca wê pêşxistina çekên nuklerî ye.
Netenyahû diyar kir ku wê nehêlin Îran çekên nuklerî çêbike.
Yekîtiya Ewropayê hişyarîa têkbirina tifaqa Nuklerî da
Piştî biryara Îranê ya zêdekirin herlberîna Uranyûmê, Berdevkê Nûnerê Bilind yê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano hişyariya têkbirina Tifaqa Nuklerî da.
Peter Stano hêvî ji Îranê kir ku gefa têkbirina Tifaqa Nuklerî nexwe û li gorî tifaqê tevbigere.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî Tifaqa Nuklerî ya di sala 2015’an de hatî îmzekirin divê Îran rêjeya hilberîna Uranyûmê 4 ji sedî derbas neke.