Di salvegera 3. de şehîdên êrişa li Qamişlo hatin bibîranîn

Di salvegera 3ʹyem de, şehîdên êrişa li kolana Wehda ya sûka bajarê Qamişlo hatin bibîranîn.

11ʹê Mijdara 2019ʹan li Kolana Wehda ya bajarê Qamişlo bi erebeyeke bombebarkirî êrişek hat kirin.

Di encamê de 5 kes şehîd bûn û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Di salvegera 3’an de şehîdên teqînê li goristana şehîdên sivîl a Qamişlo ji aliyê dehan kesî ve hatin bibîranîn.

Di merasîmê de hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo Emel Şemdîn axivî û got: “Van şehîdan mohra xwe li ked û têkoşîna di nava saziyên Rêveberiya Xweser de xistin.

Teqîna ku çêbû, yek ji rêze sûcên komên çete û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wan ên têkbirina projeya neteweya demokratîk e.”

Back to top button