Sûriyeyî ku çûne Lubnanê ji ber polîtîkayê hikûmeta Şamê nikarin vegerin

Li ber vegera penaberên Sûrî ji Lubnanê gelek astengî hene
Desthilata li Lubnanê hewl dide hebûna penaberan li Lubnanê bi rêxistin bike.
Ji ber wê beriya çend mehan dest bi xebatên serjimariyê kir.

Herî dawî, biryar hate destxistin ku vegera dilxwazî ya penaberên sûriyeyî yên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, dem û mekanîzmeya pêkanîna wê, dê di demeke pêş de diyar bibe.

Ji ber gelek sedemên aborî, civakî û jiyanî penaberên sûriyeyî naxwazin vegerin welatê xwe.

Penaberê bi navê M.S. ku nexwest navê xwe eşkere bike, got:

“Em ditirsin bên girtin yan jî biçin leşkeriya mecbûrî.

Tevî aloziyên li Lubnanê, lê aramî û îstiqrar lê heye.”

Penaberê bi navê Sedam El Agawat jî behsa şert û mercên ku ji ber wê venagere Sûriyeyê û got:

“Leşkertiya neçarî, sedema binghîn e. Her wiha rewşa aborî jî me bi fikar dike ku em ê çawa debara xwe li Sûriyeyê bikin.”

Back to top button