Yekîtiya Parêzeran bersiv da banga malbata şehîd Serdem

Duh me nûçeyek bi were bi parvekir ku Malbata gerîlayê HPG’ê Serdem Agirî bang kiriye doz li Tirkiyê bê vekirin.
Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî bersiv da banga malbata gerîlayê HPGʹê Serdem Agirî.

Serdem Agirî yek ji wan 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd ketibû..

Malbata şehîd Serdem Agirî bang li parêzeran kiribû ku li dijî dewleta Tirk giliyekî rake saziyên hiqûqî yên cîhanê.

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bersiv da banga malbata şehîd Serdem Agirî.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî derbarê vê yekê axivî ..

Emîn Neîmî diyar kir ku ji bo rakirina giliyekî li dijî dewleta Tirk wan dest bi tedbîrên pêwîst kirine û got :

Em ê dest bi tedbîrên qanûnî yên pêwîst bikin..

Da ku li gorî rêgezên qanûnî vê dozê bighînin Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ..

Ji bo ku li gor sîstema Romayê ya 1998ʹan ji ber van sûcan hesabê jê bipirsin.”

Back to top button