Ebdulfeteh Burhan: Piştî min deshilat radest kir ez ê rolek siyasî neleyîzim

Li Sûdanê zextên li ser artêşa darbekar, Fermandar Ebdulfeteh Burhan tengav kiriye.
Burhan diyar kir ku heta radestkirina desthilatdariya sivîl ew ê li ser karê xwe be û got:
Piştî radestkirina deshilatê, ez ê di pêvajoyek siyasî de cih negirim.

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfeteh Burhan piştî destwerdana artêşê ya li rêveberiya sivîl, ragihandina Rewşa Awarte û hilweşandina hikûmetê ya 25’ê Cotmehê de, rastî bertekên tund ên civaka navneteweyî hat.

Burhan têkildarî rewşa xwe ji Al Jazeera re axivî û got:

Li welat ewlekarî, îstiqrar, aborî û aştiya civakî di bin gefê de bû.

Hêzên siyasî yên ku welat bi rêve birin ji bo dewletê gef bûn.

Ji ber vê yekê me ev biryar girtin.

Ya ku em dikin daxwaza piraniya gelê Sûdanê ye.

Fermandarê artêşê îdia dike ku nûçeyên derbarî rewşa li welat de tên belavkirin ji arastiyê durin û daxwaz ji hêzên naventewî dike ku serdana wan bikin.

Ji bo hilbijartinek liwelat pêk were jî ew bi gelek aliyan re di nava danûstandinan de ne.

Burhan anî ziman ku ti pirsgirêkek wê li gel Serokwezîrê berê Ebdula Hemduk yê ji kar hatî girtin nîne lê di warî Destûra Bingehîn û hêzên siyasî de pirsgirêk heye.

Li ser pirsa ku di xwepêşandanan de 13 kes hatine kuştin jî red kir û got:

Di destê polîsan de ti jimarek wisan nîne.

Tenê li bajarê Umdurman 2 kes mirine.

Back to top button