Astronotên li Fezayê karê xwe qedand vegeriyan cîhanê

Kapsula Space X a astronotên ku peywira xwe ya 200 rojî li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî qedandine vedigere cîhanê.
Piştî rêwîtiyeke 8 saetan daketin Kendava Meksîkayê.

Di vê geşta NASA yê de, astronotê Amerîkî Shane Kimbrough û Megan McArthur, yê Fransî Thomas Pesquet û yê Japonî Akihiko Hoshide hebûn.

Hat diyarkirin ku piştî gera li derdora Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ji bo kişandina wêneyan, wek berê gerokên fezayê yên NASA yê kiribûn, kapsula ku ber bi cîhanê ve diçû, dema ku ket atmosferê wek meteorê ronahî da.

Tê payîn ku di nava rojên pêş de komeke din ya astronotan berê xwe bide fezayê .

Dihat plankirin ku ekîba nû beriya ekîba vegerê bihata şandin, lê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û rewşa tendirustiya ne diyar a yek ji astronotan, dema şandina wan hat guhertin.

Tîma ku di meha Nîsanê de ber bi Stasyona Fezayê ya Navneteweyî ve çû, di dema rabûnê de yekem serpêhatiya xwe ya fezayî dît.

Back to top button