Rêveberiya Xweser ragihand ku wê buheyê genim bi pereyên Sûrî destnîşan nake û dê li gorî bilindbûna dolarê Amerîkî, mafê cotkaran bide.
Derbarê buhayê genim de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li gorî El-Mihbaş, wan buheyê genim ê nû, heya dayîna fatoreyên cotkaran dereng xistiye, ew jî li gorî nirxê dolar ê wê çaxê wê were destnîşankirin.
Ebid El-Mihbaş bang li cotkaran kir ku berhemên xwe radestî embaran bikin da ku buhayê dawî yê kirîna genim diyar bibe.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku wan ev biryar ji ber rewşa aborî ya zehemt û sepandina qanûna cezayan a Qeyser standiye.
Tê zanîn, herî dawî Rêveberiyê ji bo kîloyek genim 315 L.S diyar kiribû û ragihandibû ku wê genim ji herêmên Rêveberiya Xweser dernekeve.