Mihemed Dexîl: Em genimê zêde, vediguhêzin embarên Minbic, Tebqa û Eyn Îsa

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Firatê bi hevkarî û koordînasyona Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê hilberîna zêde ya genim ji embarên Rovî û Çelebiye yên Kobanê vediguhezîne, navendên din ên li Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Firatê ji 28`ê Gulanê ve dest bi depokirina genim kiriye û genimê zêde jî dişîne depoyên navendên din ên li Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê.

Komîteyê diyar kir ku ji ber embarên Rovî û Çelebiye yên Kobanê tenê dikarin 22 hezar ton genim dikare bigre, wan biryar wê yekê dan ku miktara ji viya zêdetir wê li depoyên bajarên din werin bicihkirin.

Rêveberê Şirketê Mihemed Dexîl eşkere kir ku wan lêçûna veguhestina hilberînan, bi rêya erebeyên mezin hilgirtiye ser xwe û lêçûna veguhestina bi erebeyên biçûk û navîn jî li ser cotkaran e.

Her wiha Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê jî diyar kir ku wan bi hevkarî û koordînasyona Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dest bi veguhastina berhemên genim kirine.

Rêveberiyê diyarkir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, depoyên Eyn Îsa nikarin berheman ji cotkaran wergirin.

Ji ber wê jî cotkar berhemên xwe dibin navenda Çelebiyê.

Ji rêveberên depoyên Eyn Îsayê Ehmed El-Elî got miqdarê genim ku têra navçeyê bike, dê were depokirin.

Back to top button