Dezgehên ragihandinê: Trump daxwaza belavkirina 10 hezar leşkerî kiribû

Li Amerîkayê xwepêşandanên Floyd di roja 12’an de dewam dikin. Dezgehên ragihandinê eşkere dikin ku Trump daxwaza belavkirina 10 hezar leşkerên artêşê kiribû, lê daxwaza wî ji aliyê wezîrê dadê û yê parastinê hat redkirin.

Li Amerîkayê, ji ber kuştina welatiyê Amerîkî George Floyd ku bi eslê xwe ji Afrîkayê ye, li gelek bajaran, xwepêşandan di roja 12’an hatin lidarxistin.

Duh li Washingtonê, bi hezaran kes daketin kolanan û kuştina Floyd li ser destê polîsekî bajarê Minneapolis ê eyaleta Minnesota, şermezar kir.

Xwepêşander li dora Koşka Spî kom bûn û diruşmeyên ” destê xwe bilind bikin û guleyan bernedin” û ” xwepêşandanên me ji bo hêviyê, ne ji bo kînê ne” bang kirin.

Her weha li bajarê Miami, Philadelphia û New Yorkê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkî eşkere kir ku serokê welêt Donald Trump, ji bo kontrolkirina xwepêşandanan, daxwaza belavkirina artêşê kiribû.

Li gorî wan, Duşema borî, Trump daxwaza belavkirina 10 hezar leşkerên artêşê li kolanan kir, lê Wezîrê dadê û yê parastinê, ev yek wî red kir.

Trump, spasiya hêzên ewlekariyê li ser keda wan a li dijî tevlihevkeran kir û li ser hesabê xwe yê Twîterê got:

Jimara xwepêşanderan li paytextê, pir ji ya ku dihat payîn kêmtir e..

Hêzên parastina niştimanî, xizmeta nepen û polîsên paytextê, bi karekî mezin radibin, spas ji we re.

Tê zanîn, di xwepêşandanên li seranserî Amerîkayê de, heta niha 17 kes hatine kuştin.

Back to top button